Break newsNûçeslide

Kusret Resûl: Şêwira me ligel Îranê girîng e

 Yekîtî Media 18/7/2017

Şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Tehranê ligel Serokê Parlementoya Îranê  Elî Larîcanî civiya û Serokê Şanda YNKê Kusert Resûl şêwra ligel Îranê bi girîng binav kir.

Di destpêka civînê de Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ragihand, “Şêwira me ligel Îranê ji aliyê me ve girîng e û Herêma Kurdistanê çaverêya zêdetir ji Îranê heye.”

Şanda bilind a YNKê ji Kusret Resûl, Mela Bextiyar, Mehmûd Sengawî, Omer Fetah, Xesro Gul Mihemed pêk tê. Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax û Berpirsê Pêwendiyên YNKê li Tehranê Yasîn Sabîr jî beşdarî civînê bûn.

Şanda bilind a YNKê ji çend rojan ve li Tehranê ye, duh jî ligel Sekretrê Encûmena Bilind a Parastina Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî civiya bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button