Break newsNûçeslide

Kûsret Resûl: Ji derveyî Serok Barzanî, em fermanê ji kesî wernagirin

Yekîtî Media 24/10/2017

Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kûsret Resûl li bajarê Silêmaniyê ligel fermandarên Pêşmerge yên başûrê Kerkûkê civînek lidar xist. Di civînê de Fermandarê Pêşmerge û Endamê Mekteba Siyasî yê YNK Cafer Şêx Mistefa û Westa Resûl jî amade bûn.

Ligor daxûyaniya ofîsa Kûsret Resûl, di civînê de rewşa siyasî, êrîşa Kerkûkê û êrîşên dijî bajarokên din ên Kurdistanê di herêmên derveyî idareya herêma Kurdistanê de hate nirxandin. Wekî planek berfereh a dijminane hate destnîşankirin.

Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê diyarkir: “Ji derveyî Fermandarê Hêzên Giştî yên Pêşmerge û Çekdarên Kurdistanê, ji tu kesek din em fermanê wernagirin”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button