Gotar

Kurd û çekdanîn

Emin ew kurdên serhişk û hesin
îrojî dijmin ji me ditirsin.
Hozanê navdar, cegerxwîn weha dîroka gelê kurd nivîsandiye. Çekdanîn ango çi?
Ango dest hildan, ango hildana ala spî, ango xwe spartinî dest dijminan, çawa û çi çekdanîn? ew çekdanîna bê merc.
Ev çiye û kengî li kû di kîjan wext û zemanî de gelo tekez ew kes kurd kurên kurdan bûn?
Ka em hinekî paşde li diroka xwe binêrin, di sala/ 1258/ an de, serokê Mexolan Holako ji welate Menxolya, berê leşkerê xwe da beru rojava de, Tirkistan, Efxanistan, Hind û paxistan. Iran û Iraq, hemî welat weke lehiye li ber xwe birin, lê dema giha Kurdistanê, Mîr Mihemed mîrê Fariqîn, ne çekdanîn, û ne ala spî rakir, bi mêrani li ber xweda, tekez kurd aştî xwazin, ne şer xwazin, lê di ber mafê xwede, lehengên bê hempane, rojên ku şer were ber deriyê wan, amadene, gorepanên Kobanî û Hitîn didarin, lê ji mafê her kurdekî ye, li seranserî rûberê kurdstan, vê pirsê bike: Dema nanê ziwabû çima ta nihabû?
Heger sala/2012/an, dema derfet hat, ku çekan deynin, çima win berpê nahatin? Ta Efrîn û Serêkaniyê we li ser danî, ku ketin destê tirkan, ji demeke dirêj ve, gotina Partiya karkerên Kurdistan, nehatiye bi karanîn, weku mebest û wate, ango şoreş, xebat, kar û cangorî, di ber Kurdistana azad û serbixwe, weke ku we ji me re digot, karwanên xort û keçan jî bawerkirin, bi hezaran berê xwe dane gastînên berxwedanê, çima ev dirûşim hatin guhertin, li şûnê hate danîn biratiya gelan? Heger ji destpêkê de we bigota em ji bona biratiya gelan kardikin, ewan xort û keçan berê xwe ne didane wan gorepanan, gelo ne ji mafên me ye em vê pirsê ji we bikin: Heger ev biratiya gelan tiştekî raste û guncaw armance, çima ev gel û dewletên Tirk, Ereb û Faris ji xwe re nakin kar û nasepînin? Çinku kesek kodika xwe ya dagirtî, li kodika vala nade, lewra demeke dirêj we gelê kurd xapand, ma ev biratî ji me tinê dihate xwestin, em kurdên hejar û bindest? Gelo ev mebest û dirûşim, hêjabû ku em kurd /100, 000/ cangorî binaxbikin, û piştî /50/salî, em destevala û bê hîvî man?
Heger ne jibo azadkirina kurdistana delal û hêja biwa, kesekî kurd bi erzanî xwe nade kuştin, giyan ne wilo bê nirx û erzane, sed mixabin, her û her gelê kurd biwe kerî, dide pey her qeyterekî (pêşpez) ku fîlekî efrîkî be.
Adilê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button