Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kongirêsa Amerîka girûpa Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî xist lîsta terorê de

Yekîtî Media

Kongirêsa Amerîka ragihand, ku Tevgera Nuceba`i ya ser bi Heşda Şeibî ve terorîst e û pêwîst e di nava 90 rojan de ew girûp bê qedexekirin.

Malpera fermî ya Kongirêsa Amerîkî raporek derbarê “Yasaya Kongirêsa Amerîkî ji bo qedexekirina lipeyçûyên Îranê li navçeyê ji bo sala 2017an” belav kir û têde ragihand ku, pêwîst e di nava 90 rojan de tevahiya ew kes û aliyên fermanê ji Îranê werdigrin bên qedexekirin.

Di raporê de hatiye, Kongirêsê bi riya lêkolîn û pêdeçûnan, piştrast kiriye  ku rahênan û budce û biçekkirina girûpa “Tevgera Nuceba`i” ji aliyê Feyleqa Quds a Îranî û Supaya Pasdaran a Îranê ve tên kirin û Hizbullaha Lubnanî jî bi erkê serperiştiya rahênana wê girûpê rabûye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button