NûçeRaportslideUncategorized

Komîta Celadet Bedrxan roja Zimanê Dayikê vejand

Yekiti Media

Bi boneya roja cîhanî ya Zimanê Dayikê ( Zimanê Zikmakî) komîta Celadet Bedirxan ya hokirina Zimanê Kurdî roja Înê 21-2-2020 li nivîsgeha partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya Sîmînarek li darxist.

Mamoste Deham Ebdulfetah ew Sîmînar bi rêvebir û têde bi firehî li ser giringiya ziman di jiyana gelan de axivî û diyar kir ku miletê bê ziman bê nasnameye û hebûna wî tune ye ku ta çi radeya hijmara wê berfireh be.

Ebdulfetah di sîmînerê li ser berhemên hijmarek lêkolînerên biyanî di warê lêkolînê de li ser ziman û wêje û keltûra Kurdî axivî û anî ziman rola wan di nasîna Zimanê Kurdî bi gelên Cîhanê û rola hin ji wan ya nerênî û ya ku ziyan gihand Zimanê Kurdî.

Derbarê li darxistina vê Sîmînarê rêveberê komîta Celadet Bedirxan ya hokirina Zimanê Kurdî Ismaîl Imer ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku komîta wan xebateke dûdrêj di warê hokirina Ziman de kiriye û herdem armanca wane ku gelê Kurd fêrî Zimanê xwe yê resen bibin û bi şêwazekî rast û dirst fêrî wî bibin û balkişand ku li darxistina vê Sîmînarê di wê riyê de tê.

Di dawiya Sîmînarê de rê li pêşiya pirsên kesên beşdar hate vekirin yê ew Sîmînar zengîn kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button