Break newsNûçeslide

Komîsyona Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê: Kurd hêjane dewleta serbixwe

Yekîtî Media 12/7/2017

Parlamenter û Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock got, ti kes di wê baweriyê de nîne, ku kurd hêjayê dewleta serbixwe nebin.

Roja Sêşemê 11-07-2017, Parlamenter û Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock, li gel şanda Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Tannock got: “Hêvîdar im, ku welatên Ewropayê piştgirî nedin serxwebûna Kurdistanê jî herî kêm bê alî bin. Ez wesa nabînim, ku ti dewletên Yekîtiya Ewropayê li dijî hizra serxwebûna Kurdistanê bin. Kes nabêje kurd ne hêjayê dewleta serbixwe ne. Bi taybetî jî di vê demê de, ku ji bo têkbirina DAIŞê karekî pir baş kirine.”

“Kurdistan dikare bibe dewletekî aram û pêşkeftî”

Charles Tannock di berdewama axaftina xwe de li ser nêrînên ku dibêjin, “ne dema referandûmê ye” wiha got:

“Hinek dibêjin dem ji bo referandûmê ne guncayî ye. Ji wan re baş e, ku kurd di warê federalism an jî konfederalîzmê de derfeteke din bidin Bexdayê û herwiha bidin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku xeletiyên xwe sererast bike. Lê hikûmeta Iraqê li dijî serxwebûna kurdan e. Çimkî dizane Kurdistan ji aliyê petrol û çavkaniyên xwe ve çend giring e.”

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê diyar kir, ku eger Kurdistan bi awayeke baş kerta petrol û enerjiyê, herwiha kertên çandinî û geştiyariyê pêş bixe, dikare bibe dewletekî aram û pêşkeftî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button