Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Komela Boxim Bawernameyên Zimanê Kurdî belav kir

Yekiti Media

Di bin slogana ( Zimanê me hebûn û Nasnameya me ye) Komeleya Ronak ya Çandî û Civakî li Bochumê di 21.07.2019 de ahenga belavkirina Bawernameyên Zimanê Kurdî bidarxist bi beşdarbûna gelek xebatkarên di warê çand, huner û siyasetê de û gelek rêxistin û Komeleyên Kurdî û Elmanî.

Bi sirûda Ey Reqîb û strana zimanê kurdî gelek şêrîn e bi dengê hunermendê navdar Zoro Sàîd Yosiv şagirtan bixêrhatina mêhvanan kirin û piştî bixêrhatinkirina mêhvanan ji aliyê Komeleya Ronak gotinên mêhvanan

dest pê kirin:

– Rêxistina AWO

– Şaredarîya Bochumê

– Hunermend Şivan Perwer

– Nisîskar Can Dost

– Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê

Pişt re Mamoste Mihemed Keleş ev karê li ser Zimên di van salan de diyar kir

Bi coşekî mezin û bi çepikên mêhvan û dêûbavên şagirtan bawername hatin belavkirin.

Mêhvanan Demeke xweş derbas kirin bi deng û awazên Hûnermendan

– Hunermend Zoro Sàîd Yosiv

– Hunermend Yenal Tahir

– Hunermend Sîmav

– Hunermend Can Îsa

– Hunermend Îmad Kakilo

– Hunermend Robar Şîno

Zor sipas ji bo her kesê ku bûye sedema serkeftina vê ahengê û pîroz be li hemû şagirtan Bawernameyên wan.

 

Ji rûpelê Komelê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button