Gotar

KOMARA DÊMOKRATIK YA KURDISTAN – 1946​

Nivîskar : Ibrahîm Ehmed

komara dîmiqratîk ya kurdistan ya ku di sala 1946 an de li bakûr û rojava yê îranê de hate damezerandin, Ev xebateke kurt bû di diroka nûjen de girîngiyeke mezin da . Li vir emê bi bêjin çawa hate damezerandin û çawa hate hilweşandin .
yekem : komara dîmiqratî Kurdistan çawa hate damezerandin ?

1. Rewşa navneteweyî (șerê cihanê yê duyemîn) .
di dema șerê cihanê yê duyemin de , Di sala 1941 an de Birêtaniya başûrê îranê bin dest kiribû û , hêzên sovyetî bakûrê Îranê dagîrkirin .
Desthilata dewleta îranê (di dema șah Mihemed Riza
Pehlewî lawaz bû , bi taybetî di herêmên kurdi de) herêmên dûr bûn .
2- valahiya siyasî û rola sovyetiyan kurdan ev valahî bi karanîn .
Sovyetiyan tevgerên neteweyî yên herêmên ( kurd, Azer , Ereb ……hwd )
da ku li ser Îranê zextê bikin, piştgîrikirin .
Ji bo kurdan șert hate amadekirin ku rêveberiya herêmî û Saziyên xwe ava bikin .
3 – Ragihandina komarê di 22 ê meha Rêbendan de sala 1946 an de komara demoqratik ya kurdistan hate ragihandin .
paytext : Mehabad .
Serok ! Qazî Mihemed .
Ev yekem car bû ku kurdan komarek bi nave komar ragihandin .

Taybetmendiyên komarê:

1 – Zimanê fêrgeh/ dibistanan û rêveberiyê bi kurdî bû.
2 – Damezerandina fêrgehên Kurdî .
3 – Rojname û radiyo bi kurdî bû.
4 – Hêzên leşkerî ( bi alîkariya Mele Mustefa Barzanî , hate damezirandin.
5 – Ala kurdî hate hildan ya ku bi rengên ( kesk û sor û sipî û Roj di nav de).
6 – Hikûmet û encûmenan hatin damezerandin.

Duyem : komara dîmiqratîk Kurdistan çawa hate hilweşandin ?
1 – Derketina Sovyetiyan : sovyet bi bandorka Emrîkî û birêtnî di sala 1946 an de ji Iranê û Kurdistanê bi derket .
2 – komarê piştgiriya xwe ya siyasî û leşkerî windakir .
3 – vegera artêşa îranê , Hukûmeta Îranê ev derfet bi karanî û artêşa xwe şandin herêmên kurdî .
4 – komarê nikarî bû li dijî artêşa dewleta îranê û berevanî di ber komarê de bikira û bi parêza .

sêyem Hilweşandina komarê :

Di meha Berfanbarê de sala 1946 an de artêşa îranê bi berxwedanek mezin kete Mehabadê , piștî berevaniyeke tûnd ji aliyê pêşmergên komarê , lê mixabin êrîşên dewleta îranê xortir bû .
1 – Darvekirina Serokatiyê di 31 ê Avdarê de sal 1947 de : Qazî Mihemed û birayên wî û çend rêberên din hatin darvekirin , li meydana Çarçira ya li Mehabadê pêk hat .
Ev kiryar ji bo « tirsandin û astengkirina tevgera cuda xwaz “ hate kirin.

çarem: Sedemên serneketina komarê ( bi kurtî )
1- Girêdana zêde bi alikariya û piștgira Sovyetiyan.
2 – Dem an temenê komarê kurt bû , nêzîkî 11 mehan bû.
3 – Lawaziya aborî û leșkerî .
4 – Hêzbûna dewleta Îranê bi piştigriya Ingilîzan .

Girîngiya dîrokî :

komara dîmiqratîk ya kurdistan tevî ku temenê wê kurt bû ji bo kurdan bû sembola neteweyî. yekem karekî nûjen bû ji bo damezeradina dewleteke Kurdî bandorek mezin list di hişmendiya neteweî kurdî de li
Iraqê , sûriyê û turkiyê hêșt .

Ezê Rola Mele Mustefa Barzanî bi hûrgulî şirove bikim .
Barzaniyê nemir piştî hilweșandina komara dîmiqratîk kurdistan tev zêdeyî pêncsed pêşmerge berê xwe dan dewleta Sovyet , û ala kurdî jî pêra bû ya ku serokê komarê radestî wî kiribû . Barzaniyê nemir li çareseriya doza kurd û kurdistan digeriya û gihîşt kirêmlên li derî xist . diwazde salan xebitîn û bê westandin û pêra vegeriyan kurdistanê qada piling û şêran bingeha şoreşa 11 Eylolê hat danîn û ta niha berdewame .
ev Kurdistana Federal ya îro ji destkeftên wî kar , Xebat û şoreşê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button