koma Xabûr ji hêla partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya hate xelat kirin

Yekiti Media

Di çarçoveya piştgirtin û bi hêzkirina huner û kevnetorê Kurdî, rêxistina Serêkaniyê ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya koma Xabûr ya huner û kevnetorê Kurdî xelat kir.

Ekrem Şemo endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya di wê helkeftê de spasiya endamên koma Xabûr li ser kar û xebata wan di ber vejandina huner û kevntorê Kurdî de kir.

Şemo di heman helkeftê de li ser rola huner û kevntor di mana gelan de axivî û anî ziman pêwistiya parastina vî kevntorê dewlemend.

Tê zanîn ku koma Xabûr ji komên naskirîya li seranserî Kurdistana Sûriyê û gelek aheng û cejnên Newrozê vedijîne.

You might also like

Comments are closed.