Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kok : hebûna PKK li Şingalê ji bo me cihê nîgeraniyê ye  

Yekîtî Media 6/1/2017

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Peter Kok di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew piştgirî li daxwaziya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê derketina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê de dikin.

Peter Kok tekez kir, ku helwesta Amerîkayê derbarê PKK de neguheriye û li gorî  Waşintonê, PKKê hêj di lîsteya rêxistinên terorîstî de ye.

Kok got: “Hêj PKK li cem hikûmeta welatê xwe weke rêxistineke terorîst tê naskirin. Serokwezîr Ebadî li şûna hemû xelkê Iraqê qise kiriye. Weke tu dizanî, PKK li cem Amerîkayê rêxistineke terorîstî ye û em di vê bareyê de piştgirî li serokwezîr Ebadî dikin.”

Berdevkê Pentagonê herwiha da xuyakirin, ku hebûna PKKê li Şingalê cihê nîgeraniyê ye û got: “Bêguman ev yek ji bo me cihê nîgeraniyê ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button