
Kiryarên Beşar û Alşeri li hember kurdan nêzikî hevin
Dr. Mohamad Jaman
Piştî şerê cihanê yekem Sûriya hate damezirandin li ser nexşê ji gelek netewan û olan .
Li ser vî welatî gelek desthelat hatin û çûn .
Lê rêjîma Bees di bin serokatiya Esed ê bav û kûr her dirêj û dijwar tir bûn.
Lê pirsa me ya girîng eve : Gelo cudayetî di nav rêjîma berê û ya niha de li hember doza kurdan hebû?
Eger hebê ev cûdayetî çine?
Rêjîma Bees ji 60 salî desthelat tû çare ji doza kurd re nedît.
Ta sala 2011 an de ku şerê hindirîn dest pêkir her filebazî û planên nejad perestî li dijî gelê kurd gerandin.
Di Tebaxa 2002an de, Serokê berê yê Sûriyê
Beşar Esed daxuyaniya xwe ya navdar da dema ku got: “Kurd beşek girîngin ji tevna Sûriyê de ne” . Ev hevok got lê bêyî ku li ser erdê ti guhertinek çêbike.
Şerê li Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir, û şerê xwînî û wêranker ê ku li Sûriyê pêk hat zêdetirî deh salan dom kir. Gelê Sûriyê bi qasî milyonek şehîd û qûrbaî dan, û bi mîlyonan kes jî winda û penaber bûn. Kurdan li dijî rêxistina terorîst a navneteweyî DAIŞê qûrbaniyên mezin dan. Bi alîkariya Pêşmerge û piştgiriya girîng a hevpeymaniya navneteweyî. Kurdan kanibûn DAIŞê têk bibin û axên xwe û axên din ên Sûriyê, ku hîn jî di destê wan de ne, biparêzin , bi vî awayî bûne hêzeke bi nav û deng.
Di dawiya sala 2024an de, Heyet Tehrîr el-Şam, bi rêberiya Ahmed Al- Şeri û bi alîkariya hin welatan, êrîşa xwe ji Îdlibê dest pê kir û piraniya bajarên mezin ên Sûriyê kontrol kir. Piştî demeke kurt, hikûmeta nû li peravên Sûriyê li dijî Elewiyan komkûjiyake hovane û barbar da destpêkirin, ev bi bihana ku ew “bermahiyên rejîma berê ya Sûriyêne” ango ew bi rejîma berê ve girêdayî ne. Li ser bingeha nasnameyê kuştin û qirkirin çêbûn, û xanî bi niştecîhên wan re hatin şewitandin. Mirov li ber kamerayan hatin kuştin û qirkirin, û ev binpêkirin ji hêla komên di nav rejîma heyî ya Şamê de berdewam dikin.
Piştî sê mehan şûnda, komîteyek lêpirsînê hate damezrandin, lê ta roja îro tû encam nehatin diyar kirin û tû tawanbar nehatin dadgehkirin. û ji ber ber vê yekê kes an sazî ji ber van sûcan nehat darizandin an zindan kirin. .
Du meh şûnda, li Seyd Naya û Ceramana, du bajarên Diruzan ên nêzîkî Şamê, êrişne leşkerî li dijî Dûrûziyan dest pê kir û dûv re ta Parêzgeha Swêdayê dirêj kir. Rejîmê piştgirî û alîkarî ji eşîrên Ereb xwest, û ev êrîş li dijî mirovên ku di malên xwe de ewle bûn . Li ser bingeha nasnameyê sêvil kuştin, şermezarkirina Dûrûziyan û baweriyên wan, koletiya jinên wan, û dest dirêjkirin ta zarokên wan yên bi temenên bi çûk. Vîdyoyên û wêne yên van komkujiyan bi berfirehî li cîhanê belav bûn, ev şera heta vê roja îro jî berdewam dike.
Dûv re dora pêkhateya Kurd hat, û gefên li dijî Kurdan berdewam dikin.
Rejîm bi hinceta dijitiya li hember HSDê gefan û êrişan
li dijî Kurdan dixwe, ji ber ku peymana di navbera Mezlûm Ebdî û El-Şeri de di 10ê Adara îsal de pêk nehatiye.
Mijara herî girîng di vî warî de serokomarê demkî yê Sûriyeyê, Ehmed El-Şeri gelek caran ji medyayê re gotiye ku Kurd birayên me ne û em ne li dijî Kurdan in.
Lêbelê, ji dema ku rejîma nû dest danî ser desthilatdariyê, Kurd û nûnerên wan di tu qonaxê de beşdarî avakirina pergala Sûriya nû de nebûne.
Rejîmê gelek gav avêtine da ku saziyên dewletê yên nû ava bike, lê ji bilî muslumanên Sûni yên tundrew , tû pêkhateyke din an gelên din beşdarî van saziyên dewletê nebûye.
Bo nimûne, Kurdan beşdarî “Danezana Destûrî” nebûne, û ji dema damezrandina rejîma nû ve behsa Kurdan di tû belgeyan de nehatiye kirin. Her wiha Kurdan beşdarî hikûmeta nû jî nebûne.
Lê hinek kesayetiyên Kurd di nav de hene ku bi tenê xwe temsîl dikin.
Desthilata nû, ku ji komên olî yên tundrew pêk tê, bêyî ku mafên gelê Kurd li Sûriyê bi fermî werin naskirin, gef û çavtirsandinê li dijî Kurdan didomîne bi hinceta ku divê HSD tevlî artêşa Sûriyê bibe.
Di encamê de, divê were gotin ku gavên ku Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeri li hember gelê Kurd avêtine, ji yên ku Serokê berê Beşar Esed avêtine ne baştirin.
.
Lêbelê, herduyan tenê bi hevokên xweşik/şewqdar û bêyî kiryarên ku mafên Kurdan bidin û vê yekê di destûra bingehîn a welêt de biçesbînin .
Kiriyarên hevbeş di navbera herdû rêjîman de li hember durdan evin:
Nepênasîna gelê kurd wek neteweyeke resen di Dustûra Sûriya de.
Pêkanîna projeyên taybet li dijî kurdan.
Xapandina beşeke mezin ji kurdan.
Zindan kirina çalakvanên kurdan.
Û hwd.
Li gorî gûhertinên ku li Rojhelata Navîn pêk tên diyar dike ku kurd wê di van guhertinan de bê par nemînin.
Di dawî de;
Kurd wek pêk hateyeke resen û sereke di Sûriya de bê par û bê maf namînin.


