Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kiliçdaroglu : Bo çi Kujerê Karlov bi saxî nehat girtin?

Yekîtî Media 21/12/2016

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu pirs dike, ji bo çi Kujerê Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê bi saxî nehate girtin?

Kiliçdaroglu îro di kombûna heftane ya partiya xwe de axivî û derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov de daxuyaniyên girîng dan.

Kiliçdaroglu got, kuştina Balyozê Rûsyayê, li Tirkiyeyê xweş nehatiye û polîsbûna kujer jî xaleke girîng e û hêja ye  mirov li ser bihizire. Kiliçdaroglu pirsa “kê çek daye kûjer? Kê kuştina balyoz xwestiye û kujer ji bo çi bi saxî nehatiye girtin?” kir û banga eşkerekirina berpirsên bûyerê li hikûmeta AK-Partiyê kir.

Serokê CHPyê herwiha got  parastina biyaniyên li Tirkiyeyê şerefa wan e û ger Tirkiye nekaribe biyaniyan biparêze di holê de pirsek e cidî heye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button