
KÎ GOTÎ Çİ GOTÎ (!)
* Omer Ozdem
Wek filmên Mafya yê,
3 aktorên taybet,
demek dirêje ku,
bi helikopteran,
li ser ezmanên Enqere û İmralî yê de tên û diçin
Dimenên wan,
hemî ekranê televizyonên Tirkiyê û Kurdistanê dagir kirîne.
Rojeva milletê Tirk û milletê Kurd hatîye xitumandin,
bi geştîyarîya 3 aktorên filmê mijul e.
Her roj,
mijara Peyam û
kasetên Öcalan di rojeva rayagiştî de ye.
Lê, naveroka wan Peyam û kasetan,
ti carî ji rayagistî re şîrove nabê.
Bêguman, serokatîya Partîya DEM’ê, rêveberên dewletê û istixbarata dewletê,
ji naveroka peyaman agahdar e.
Naverok, tenê ji bo milletê Kurd illegal e.( Veşartîye)
Kes nizane ku,
di kaset û peyaman de,
çı heye,
çı tune ye.
Kî,
ji kê re,
çı gotîye,
çı negotîye nabêjin.
Em vêcar cardin
Bang her sê Qasidên İmralîyê dikin ku her sê qasid jî bı eslê xwe Ereb in .( Pervîn Buldan,
Tülay Hatimoglu, Mithat Sancar)
Ji bo xatirê Xwedê rast bêjin !
Kî ji kê re,
çi gotîye
çi negotîye ?


