Break newsNûçeslide

Kêrî: YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe

Yekîtî Media 25/8/2016

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.

Li gor nûçeyeke ajansa “Rueters”, jêderên ji Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandin ku, Wezîrê Derve yê Amerîka Jon Kêrî di pêwendiyeke telefonê bi hevşanê xwe yê Tirkî re aşkere kiriye ku YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe rojhilatê çem.

Herwiha wan jêderan tekez kirin ku, her du wezîran tekezî li ser wê yekê kirine, ku şerê li dijî DAIŞ ê li Sûriye û Iraqê berdewam e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mavlut Çawîşoglu duh ragihandibû ku, ewên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin armanc, heger ew ji rojavayê çemê Feratê venekişe.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YPGê Rêdûr xelîl duh ragihand û got: “Tenê li ser daxwaza HSDê ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji duh demjimêr 4:00 sibê de bi dehan tank û çekên giran derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn û dest bi kontrolkirina wî bajarêkî kirin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button