Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kêrî : Amerîka piştevaniya Herêmeke Kurdî ya serbixwe li Sûriyayê nake

Yekîtî Media 27/8/2016

Jon Kêrî wezîrê derve yê Amerîkayê, diyar kir ku Emêrîka piştevaniya hebûneke Kurdî serbixwe li Sûriyayê nake, ji ber ku ew Sûriyake yekgirtî dixwaz in, herweha ku Minbic jî di destê Kurdan de namîne. Kêrî beriya niha ragihandibû ku hêzên YPG ji rojheltê çemê Feratê di operasiyona azadkirina cerablusê de xwe vekişandin.

Carek din herdu wezîrên dervê yên Emêrîka û Rûsiyayê, Jon Kêrî û Sêrgî Lavrov li ser mijara Sûriyayê dicivin, derbarê agirbest Helebê ya 48 demjmêran û alîkariyên mirovî, Kêrî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku danûstandinên wan ber bi pêş ve diçin, lê hîn hinek hûrkarî mane û pêwîste werin gengeşekirin, lê weke diyar e hîn li ser agirbesta Helebê li hev nekirine.

Kêrî û piştî danûstandinên wî li gel wezîrê derve yê Tirkiyê û piştî jêre gotibû ku Kurd xwe ji rojhilata çemê Feratê di operasiyona azadkirina Cerblusê de xwe vekişandin, eşkere kir ku tu roleke serbixwe ji kurdan re di sûriyê de nabe, ji ber ku Emêrîka piştevaniya sûriyake yekgirtî dike, Minbic jî di dest kurdan de nahêlin.

Civîna herdu wezîran li cênêvê hefteya dahatî berdewam dike, da ku li ser hûrkariyên nehatî gengeşekirin li hev bikin, li gor Kêrî, tevî ku beriya mehekê ji niha herdu alî dîsan û li ser heman mijarê li Moskoya paytexta Rûsiyayê civiya bûn, û eşekre kiribûn ku civîna wan encamên berçav dane.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button