Break newsGotarslide

Kengî û kî wê bi hewara me ve bê

Ebdela gedo

şoreşa sûryê ku di çarçewa buhara erebî de dest pêkir, di sala 2011de , bi awyekî aştyane, gelêrî, ji berxweve, dûrî ti bandoran ji aliyên siyasî ve. Ti piştgiriya ragihandinî jêre tinebû, li ser asta navnetwî, di destpêkê de gotin hê mîna lîbya qurbanî nehatine danîn û çekên giran bi kar nehatine li dijî sivîlan, piştî ku rêjîmê hemû cûreyên çekan , tevli bermîlên teqîner , bi karanîn , gotin belgeyên “belloq” bi kar anînê ji dadgeh û komîteyên navdewletîê re divên, çaxa ku çekên kîmyayî bikarhatin û hêla sor ya “obama” derbasbû, Rûsya çare jêre dît û got : ezê wan çekên rêjîmê deste ser bikim . Gelê sûryê ji banyasê ta keseb û indîwer û horanê derketin xwepêşendana û hê jî digotin xwepêşender nûnertiya gelê sûryê tevî nakin, û divê rikberiya sûryê bibe yek, vêca encûmena niştimanî sûrî  tevli hemahengiyê bû û dipişt re komîta bilind ya gift û goyê hate damizrandin li bajarê “riyad ” îro riyada2 birêde tê ,gelo wê kî bi hewara gelê sûrî ve bê , û kengî ? gelo çi mercên dî pêwîstin ta hêzên navnetewî dest têwerdanê bikin , û kuştin û talanê rawestînin?.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button