Break newsRagehandinslide

Kenar: Tirkiyê ji serxwebûna Kurdistanê re dibêje erê

Yekîtî Media 4/12/2016

Pisporên ku serdana dawî ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nirxînin destnîşandikin ku, biryara vekirina nûnertiya Kurdistanê li Enqereyê, tê wê wateyê ku Tirkiyê dê danpêdanê bi serxwebûna Kurdistanê bike. Pispora Rojhilata Navîn û nîvîskar û rojnameger Ceren Kenar jî dibêje; Tirkiyê êdî bi aşkere diyar dike ku ew dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.

Li Tirkiyê nîqaş û guftûgoyên derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hê jî berdewam in. Ev serdan ji ber biryara vekirina Nûnertiya Kurdistanê li Enqereyê, ji serdanên din gelekî stratejîktir tê nirxandin.

Pispora Rojhilata Navîn û nîvîskar û rojnameger Ceren Kenar a ku piştî serdana Barzanî ya Tirkiyê li Kurdistanê di gel hin peywirdaran hevdîtin pêkanî, li ser vê mijarê ji K24ê re axivî û got: Hem Hewlêr, hem jî Enqere ji vê serdanê gelekî xweşhal in.

Herwiha Kenar got: “Vekirina nûnertiya Kurdistanê li Tirkiyê biryareke dereng be jî, lê dîsa jî gaveke girîng e. Ev tê wateya destpêka qebûlkirinê. Bi vê biryarê, Tirkiyê ji Kurdistanê re aşkere got ku; ez amade me ku danpêdanê bi serxwebûna te bikim. Ji xwe ev 3-4 salên dawiyê Tirkiyê hertim bi vî awayî di gel Hewlêrê tev digere. Ez dibînim ku Tirkiyê êdî ji serxwebûna Kurdistanê natirse. Beravajî, li gor Enqereyê serxwebûna Kurdistanê hem ji bo Tirkiyê, hem jî ji bo aramiya herêmê wê gavekî baş be.”

Herwiha Kenar bal kişand ser babetên ku di serdana Barzanî de hatine rojevê û got;  bi taybetî babeta Sincarê gelekî girîng e. Kenar berdewam kir: “Îran dixwaze di navbera Iraq û Surî de korîdorake Farisan çêbike. JI ber vê yekê li Telefarê Heşdî Şeibî li Sincarê jî PKKê bikartîne. Ev yek Kurdistanê jî Tirkiyê jî bi awayekî cidî tehdît dike. Ya ku ez dizanim di hevdîtinên vê dawiyê de li dijî vê metirsiyê tedbîrên leşkerî hatine rojevê. Tirkiyê êdî ewlehiya Kurdistanê wekî ewlehiya xwe dibîne. Ev gavên ku bi hevkariyeke tên avêtin dê têkiliyên navbera Hewlêr û Enqereyê de bi hêztir bikin.”

Nivîskarê rojnameya Sabahê Mahmut Ovûr jî serdana Serokwezîr Barzanî di nivîsa xwe ya rojnameyê de bi ser nivîsa “Ji bo Kurdan paceyeke nû” nirxand û li ser vê serdanê Nêrînên xwe anî ziman. Ovûr got: Di gel hewldanên dikin ku, Tirkan û Kurdan bikin dijminê hev lê dîsa jî tifaqa Tirk û Kurdan her ku diçe bi hêztir dibe.

Ovûr wiha axivî: “Li 14 dewletan nûnertiya Herêma Kurdistanê heye lê li Tirkiyê nîn e. Li Enqereyê vekirina nûnertiya Kurdistanê gavekî gelekî girîng e. Ev yek destnîşan dike ku Tirkiyê bi vê yekê ne tenê di gel Kurdên Iraqê herwiha dixwaze di gel hemû Kurdan têkiliyên bi erênî dayne. Dîsa ev biryar tê wê wateyê ku Tirkiyê dixwaze di gel Kurdan tevbigere.”

Li gor Ovûr jî ev gavên ku di navbera Enqere û Hewlêr de bi havkariyekê tên avêtin; wê têkiliyên Tirkiyê bi hemû Kurdan re xurtir bike.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button