Break newsNûçeslide

Keçek kurd ji Kobanê pileya yekem li ser parêzgeha Hesekê wergirt

Yekîtî Media 4/7/2017

Xwendekareke keç ji Kobanî ji gundê Helincê, li seranserê parêzgeha Hesekê, di ezmûna bakalorya de yekemîn derket.

Dîmen Xelîl, ji 340 elamatan, 339.1 anî û bû yekemîn, rewşe penaberiyê û wêraniya li Kobanî nikaribûn rê li ber serkeftina Dîmen bigirin.

Di sala 2014 de jî, Dîmen li seranserê parêzgeha Heleb, yek ji 24 xwendekarên yekemîn bû.

Ew niha tevî malbata xwe, li bajarê Hesekê dijî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button