Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

KCK : PKK ji Şingalê dernakeve

Yekîtî Media 9/1/2017

Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ku PKK jî di nav de ye, ragihand, daxuyaniyên Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî yên derbarê vekişandina PKKê ji Şingalê de ne rast in.

Komîteya Dîplomasiyê ya KCK’ê derheqê gotina berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ya derheqê Şingalê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, “Em nizanin birêz Sefîn Dîzeyî li gorî çi ev daxuyanî daye”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ne PKKê ne jî fermandarên gerîla daxuyanî li ser derketina gerîla ji Şingalê nedane.

KCKê bal kişandiye ser rêvebirina Şingalê û diyar kiriye ku, kengî Êzîdî bûn xwedî hêza xweparastin û rêveberiya xweser, hingî wê armanca gerîla ya li Şingalê bi cih were. Lewma bêyî pêkhatina vê yekê, derketina ji Şingalê di rojeva wan de nîne.

BasNews

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button