Nûçe

Kampa Domîz… Yekîtî Kurdistanî salvegera heştemîn a komkujiya Amûdê vejand

Rêxistina Dihokê ya PYK-Sê salvegera heştemîn a komkujiya Amûdê li kampa Domîz a penaberan vejand.

Beşdaran di helkefta vejandinê de ala kurdî û wêneyên pakrewanan rakirin û tabloyên ku tê de komkujiya ku bi destê YPG’ê yên ku girêdayî bi ser PYD’ê ve pêk hat şermezarkirin, ku di encama wê de Şeş kes ji welatiyên Amûdê şehîd ketin.
Gotina partiyê ji aliyê endamê komîta herêmî Mihemed Lalo hat pêşkêşkirin ku tê de bi awayekî zelal bûyerên komkujiyê diyar kir..
Hêjayî gotinê ku ENKSê salvegera heştemîn a komkujiya Amûdê bi serdana gorên pakrewanan li goristana Şermûla vejand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button