Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Jo Baydin : Pêşmerge hêza herî bi bandor e di têkşikandina Daiş ê de

Yekîtî Media 9/12/2016

Cîgirê Serokê Amerîka Jo Baydin ligel Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê dicive.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Amerîka kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Herwiha Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê jî kir.

Li hemberê, Jo Baydin qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got: “Pêşmerge hêza herî bi bandor e di têkşikandina DAIŞê de.”

Di hevdîtinê de her yek ji Seroka Encûmena Asayişa Amerîka Avril Haines û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Bret MeGurk jî amade bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button