Break newsNûçeslide

Ji bo şermezarkirina binçavkirina serokê ENKS Ibrahîm Biro gelek rêxistinên yasayî û yên siyasî daxuyanî belavkirin

Yekîtî Media 14/8/2016

Ji bo şermezarkirina binçavkirina serokê encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Ibrahîm Biro gelek rêxistinên yasayî û yên siyasî daxuyanî belavkirin û nerazîbûna xwe ji vê kiryarê eşkere kirin.

Rêxistina Mehabad ya mafê mirovan diyarkir ku girtina mirovan ji bo nerînên wan yên siyasî şaştiyeke mezin e.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan  herwiha di daxuyaniyekê de şermezarkirina xwe ji bo binçavkirina Birahîm Biro eşkerekir û doza serbest berdana wî di zûtirîn dem de kir .

ji aliyê xwe ve rêxistina Asûrî ya dîmoqratî tekezkir ku kiryarên wiha tevliheviyê di navbera pêkhatên deverê de çêdike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button