Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ji bo destpêkirina diyalogê Hikûmeta Ebadî 13 mercan datîne  

Yekîtî Media

Li gorî çend jêderên Iraqî, ji wan mercên ku hatine danîn, helweşandina encamên referandumê, radestkirina hemû firîngeh û dergehên sînorî û dahata petrolê û hemû jêderên din ji bo hikûmeta Bexdayê û radestkirina wan kesên ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve hatine daxwazkirin û li Herêma Kurdistanê dijîn.

Sînorên Herêma Kurdistanê jî li sînorên berî sala 2003yan vegere û hêzên Pêşmerge bikevin ser wezareta berevaniya Iraqê û nabe ti berpirsekî Kurd derkeve derveyî welat bêyî razîbûna hikûmeta Bexdayê û berpirsên biyanî jî divê bi riya Bexdayê serdana Hewlêrê bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê lîsta hevpeymaniya Kurdistanî di perlemana Iraqê de Heme Emîn derbarê wan mercan got: “Ew mercana gihiştine serkirdatiya Kurd, lê bi bicîkirina wan ti wateyê ji danûstandinan re nahêle, gelo piştî wan mercan, wê çi bimîne ku danûstandinan li ser bên kirin?”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button