NûçeslideUncategorized

Ji ber eşkenceyê ciwanekî li Efrînê jiyana xwe ji dest da

Yekiti Media

Ji ber eşkenceyê li ser destê milîsên leşkerî yê rikberiya Sûriyê ciwanekî li Efrînê jiyana xwe ji dest da.

Jêderna ji Efrînê Ragihandin ku ciwanê bi navê Xoşnav Faiq Hena ku karê berberiyê li bajarokê Rajo berî du rojan ji hêla milîsên leşkerî yê rikberiya Sûriyê hat binçavkirin.

Heman jêderan diyar kirin ku piştî du rojan ji binçavkirinê termê Xoşnav ku şûnwarê eşkinceyê li ser diyar bû jib o malbata wî hate radest kirin.

Tê zanîn ku tewanên milîsên leşkerî yê rikberiya Sûriyê li Efrînê bi dawî nabin û binpêkirinên wan berdeamin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button