Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îsraîl hişyariyê dide: dê sîstema bergîriya Sûriyê birûxîne

Yekîtî Media 19/3/2017

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lîberman hişyarî da hêza bergîriyê ya Sûriyê û ragihand, heger careke din wan bersiva firokeyên Îsraîlê dan, dê sîstema bergîriya Sûriyê birûxîne.

Avigdor Lîberman diyar kir, erkê Îsraîl ew e ku rê nade çek bi riyên qaçaxî ji Sûriyê derbasî ji Hizbulaha Libnanî re bibe.

Herwiha Avigdor Lieberman helwesta Îsraîlê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed aşkere kir û got: “Îsraîl ne piştgîriya Esed dike û ne jî li dijî wî ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button