Break newsNûçeslide

Îsraîl binkeyeke artêşa rêjîma Sûriyê bombebaran kir

Yekîtî Media 2/7/2017

Piştî du mûşekên ji Sûriyê ve li axa Îsraîlê ketin, Artêşa Îsraîlê binkeyeke leşkerî ya rêjîma Sûriyê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanyekê de ragihand, hêzên Îsraîlê topxaneke artêşa Sûriyê armanc kir, ku ji wê topxaneyê ve ew du mûşek berve Îsraîlê ve hatibû avêtin.

Berî niha artêşa Sûriyê du mûşek avêtibûn girên Colanê yên aliyê Îsraîlê, li hember vê yekê jî artêşa Îsraîlê topxaneya rêjîma Sûriyê bombeberan kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button