îro 16 sal di ser koçbûna helbestvanê kurd ê gewre Tîrêj buhurî

Yekîtî Media
Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di rojek wek îro de 23 ê vê meha Adar de bû.
Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifşê Kevin, ew nifşê ku ji destpêkê de pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifşî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M.Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…
Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi taybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî, û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li Şamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr.Kamîran Bedirxan de.
Ango: ji wê hinge ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewşenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve heye û di nav refên rewşenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye..Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
Wiha ji hinge de ta roja îro pênûsa Tîrêj nerawestiyaye û her û her wê pênûsê, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta reş û şîn nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, şoreşa Barzanî. Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewşa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.
Em serwextî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî.. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiştiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê dilşadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
wiha piştî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed Şêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser şopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eşkere bû..
Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser şopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paşiyê, nifşekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
seydayê Tîrêj ( Mele Nayif Hiso ) sala 1923 an li gundê Nejmok yê girêdayî Qamişlo ji dayik bûye, û di 23ê adara sala 2002an li mala xwe li bajarê Hesekê koça dawî kir.

You might also like

Comments are closed.