Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îran riyekê ji Tehranê heta Derya Sipî vedike

Yekîtî Media
Jêderên siyasî eşkere dikin, ku Hikûmetên Îran, Iraq û Sûrya pirojeyek ji bo vekirina riyeke otostrad, ku her sê paytextan bihev girêde, îmze kirine. Li gorî wan jêderan, dirêjiya wê riyê 1700 kîlometir e û kompaniyeke Îranî wê di heyama du salan de wî pirojeyî bicî bike”.
Di rêketina her sê welatan de hatiye: “Ew riya lezgîn û xeta tirênê, wê ji aliyê endamên artêş û polîsên her sê welatan ve bên parastin û ji bilî wê yekê jî, wê bingehên emnî û serbazî bi dirêjiya wê riyê bên danîn”.
Armanca sereke ya wê pirojeyê zelal e, ku Îran dixwaze bi wê riyê kereste û kelûpelên xwe bighîne ser Derya Sipî û wê riyê heya Beyrûta paytexta Lubnanê dirêj bike.
Ji bilî wê yekê, li gorî zanyariyan, Îran dixwaze bi xeteke tirênê, bajarê Kirmaşanê bi Iraqê ve girê bide.
Lê ji ber hebûna bingeheke serbazî Amerîkî li bakurê Sûrya, Îran neçar bûye ku, berê riya xwe biguhere, daku dûrî wê bingeha Amerîkî be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button