Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îran: Me gef li Kurdistanê nekir

Yekîtî Media 3/7/2016

Îranê ragihand, daxuyaniya Cîgirê Fermandeyê Supaya Pasdaran bi xeletî hatiye fêmkirin û Îran bi ti awayî nabe çavkaniya gefan bo ser Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê li ser gefên Cîgirê Fermandeyê Supaya Pasdaran general Hisên Selamî bangî her du konsulên Îranê yên li Kurdistanê kir û daxwaza zelalkirina helwesta fermî ya Îranê li wan kir.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa îro li gel her du konsulxaneyên Îranê yên li Herêma Kurdistanê civiya û daxwaza helwesta fermî ya Îranê li hember gefên fermandeyekî Supaya Pasdaran kir.

Roja înê 1ê Tîrmehê Cîgirê Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê Hisên Selamî gefa wêrankirinê li Herêma Kurdistanê kiribû.

Li hember wê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû û tê de dabû xuyakirin, ku Kurdistan bi ti awayî wan gefan qebûl nake.

Herwiha ji aliyekê din ve Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bangî her du konsulên Îrnaê yên li Hewlêr û Silêmaniyê kir.

Di civîna li gel rayedarên her du konsulxaneyên Îranê de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa nerazîbûna Herêma Kurdistanê li hember gefên fermandeyekî Supaya Pasdaran gihande wan.

Felah Mistefa ragihand: “Em bi tundî wê gefê red dikin û wek helwestek hêja nabînin. Ew yek li dijî pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de ye.”

Felah Mistefa got, gef û êrişên leşkerî bi ti awayî nikarin pirsgirêkan çareser bikin û her ji ber wê jî me bawerî bi rêyên çareseriyê yên aştiyane û dîplomatîk heye û em girêdayî yasayên navdewletî ne û li ser vê bingehê jî em komîteyeke hevbeş bo çareserkirina arîşeyan pêk aniye.

Cîgirê Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê jî ragihand, ku Îran bi ti awayî nabe sedem û çavkaniya gefan bo ser Herêma Kurdistanê û tekez kir: “Peyama me peyama Tehranê ye û Komara Îslamiya Îranê, Herêma Kurdistanê wek dostê xwe dibîne.”

Cîgirê Konsulê Giştî yê Îranê herwiha got: “Teqez emê peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dilgiraniyên we bigihînin berpirsên pilebilind ên Komara Îslamiya Îranê.”

Wî rayedarê îranê destnîşan kir, ku şirove û nirxandinên cuda bo daxuyaniya Cîgirê Fermandeyê Supaya Pasdaran hatiye kirin û tekezî li ser wê çendê kir, Îran hêviya aştî û tenahiyê bo Herêma Kurdistanê dike, ji ber ku Îran û Kurdistanê bi hev re nêzîkî 400 km sînorê hevbeş hene.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button