Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îran: Divê hemû alî pabendî rêkeftina atomî bin

Yekîtî Media 18/12/2016

Rêveberiya Îranê daxwazê ji Yekîtiya Ewrûpayê dike, ku Kongreya Amerîkayê derbarê rêkeftina atomî û dirêjkirina cezayên li ser Îranê de civîneke taybet pêk bîne.

Li gorî ragihandinên Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federîka Mogerînî re nameyek şandiye û daxwaz kiriye, ku derbarê cezayên li ser Îranê de bicivin.

Di nameyê de Zerîf pabendbûna Îranê ya bi rêkeftina atomî aniye ziman û her wiha daxwaz kiriye, ku di serî de Amerîka, û hemû alî pabendî wê rêkeftinê bin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button