Break newsNûçeslide

İbrahîm Biro : PYD siyaseta PKK li Kurdistana Sûriyê dimeşîne

Yekîtî Media 11/5/2017

Doh li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, serokê ENKSê Ibrahîm Biro kongiryeke rojnamevanî derbarî êrîşa çekdarên PYD li ser nivîsgeha ENKSê û binçavkirina 13 serkirdeyan girêda.

Serokê ENKSê di kongir de got, ku PYD bi van kiryarên xwe ji girtina nivîsgeh û endam û serkirdeyên ENKSê dixwaze ku ENKSê bikşîne şerê birakujiyê û fitneyekê lidarxîne, û hewildide ku deverên kurdî vala bike li gor ejindeyên rêjîma Baas.

Herweha serokê ENKSê got, ku PYD heman siyaseta PKK li bakurê Kurdistanê niha li Kurdistana Sûriyê dimeşîne , û hewil dide ku jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê bidawî bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button