Break newsNûçeslide

İbrahîm Biro: pirsa federalîzmê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê herdû mijarên sereke ne

Yekîtî Media 27/2/2017

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji Waşingtonê ve ragihand, pirsa federalîzmê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê dê mijarên sereke yê hevdîtinên wan ligel rayedarên Amerîkî bin.

Li ser vexwandineke fermî ya Wezarta Derve ya Amerîka şandeke bi Serokatiya Serokê ENKSê Ibrahîm Biro li Waşingtonê ye.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, hevdîtinên wan li Waşingtonê li gor karname ku hatiye danîn, dê ligel Wezarta Derve ya Amerîka, Komîta Pêwendiyên Derve û Komîta Karên Leşkerî ya Kongressê û hin sînatoran re bin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button