Break newsRaportslide

Hûrbîniyên revandin û dûrxistina Serokê ENKS ê Ibrahîm Biro bixwîne

Yekîtî Media 14/8/2016

Doh şemê danê êvarî 13 Tebaxa 2016 demjimêr 7:30 êvarî, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, li bazara Qamişlo nêzîkî şaredariya bajêr dema dixwest ligel hevalên xwe biçe navendên wan ên rastî êrîşan hatibûn li rojhilatî Qamişlo, ji aliyê 2 tirimpêlên asayîşa partiya yekîtiya dîmokrat PYD ve hatin dorpêçkirin û Ibrahîm Biro ji nav havalên wî binçavkirin û ew berev cihekî nenas ve birin.

Herweha asayişa PYD Silêman Oso endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKS û endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li gel serokê ENKS binçavkirin lê piştî demeke kurt ew serbest berdan.

serkirdayetiya ENKS ê û Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (PYKS) piştî bûyera revandina Ibrahîm Biro daxuyanî dan.

Piştî bihîstina bûyera revandinê alîgirên ENKSê û endamên partiya Yekîtî li pêş bargeha Partiya Yekîtî li rojavayê Qamişlo ji bo azadkirina Ibrahîm Biro dest bi mangirtin û çalakiyan kirin.

Îro demjimêr 4 sipîdeyê, hêzeke asayişa PYD serokê ENKS ji Kurdistana Sûriyê dûrxist û ew li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistana Iraqê daxistin ku xaleke pêşmergeyên Roj li wê deverê cih digre û ew bi rewşeke tenduristî baş gihişte wê xalê.

Serokê ENKS ê ragihand ku piştî asayişa PYD ew ji bazara Qamişlo revandin ew birin navendeke ewlehî li ser riya Amûdê ku 6 demjimêran li wê navendê rûniştî ma bêyî ku tu kes pêre rûnê, dûvre girupeke asayişa PYD ew birin ser sînorê Kurdistanê û li wê de wî berdan, û berpirsê ewlehî yê wê girûpê gefa kuştinê lêkir eger careke din ew vegere herêma Rojavayê Kurdistanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button