Break newsNûçeslide

HSDê piraniya bajarê Reqayê kontrol kiriye

Yekîtî Media 9/7/2017

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê didome. Fermandarên li qada şer ên HSDê diyar dikin, ku wan niha piraniya bajarê Reqayê ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Ji fermandarên HSDê Tamir Elhisên aşkere kir, ku ew niha li çarrêyana Basilê ne û di navbera wan û hevalan de ji aliyê bakurê rojhilat ve tenê 300 metr maye û got: “Piştre emê DAIŞê di nava Reqayê de bi tevahî dorpêç bikin, morala me gelek bilind e, çekdarên DAIŞê niha tenê otomobîlên bombekirî bi kar tînin, ji niha heta dawiya vê mehê, dê bajarê Reqayê bi tevahî were kontrolkirin, tenê ji 10 heta 20an ji bajarê Reqayê di destê DAIŞê de maye.”

HSD di pêşveçûna xwe de, di nava bajarê Reqayê de çarêyana El Mezarih ku di navbera herdû taxên El Berîd û El Rûmaniyê de ye kontrol kirine. Di heman demê de şer li taxên El Nehde û Hittînê di navbera HSD û DAIŞê de berdewam dike. Şervanên HSDê gelek sivîlên Reqayê ji destê DAIŞê rizgar kirine, ku DAIŞê dest bi şewitandina xelkê kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button