Break newsNûçeslide

HSDê encamên 24 demjimêrên dawî yên êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê eşkere kirin

Yekîtî Media
Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD encamên 24 demjimêrn dawî yên êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên mertala Feratê li ser Efrînê eşkere kirin di rojên 25 û 26 ji êrîşên berdewam.
Li gorî HSDê, topxaneya artêşa Tirkiyê û girûpên mertala Ferat bajarê Efrînê topbaran kirin herweha gundê Ên Hecer ji demjimêrên sibehê de, herweha taxên Eşrefiyê û Trindê li navenda bajêr tûşî topbaranê hatin.
HSDê daxuyakirin, ku balafirên Tirkiyê gundê Darqleya topbaran kirin, herweha gundê Dêr Sewan tûşî topbaranê hat û hin zirarên madî li dûv xwe hiştin.
Herweha li tewerê Bilbilê pevçûn derket, û balafiran ew navçe bordûman kirin, şervanên YPG li wî tewerî dikarîn wesayetên Artêşa Tirkiyê ji nav bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button