Break newsNûçeslide

HSDê 45% ji bajarê Reqayê kontrol kiriye

 Yekîtî Media 25/7/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, wan mezintirîn êrîşa DAIŞê li bajarê Reqayê şikandin û 35 çekdarên DAIŞê jî kuştin.

HSDê ragihand, ji destpêka operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê û ta niha wan karîne mezintirîn êrîşa çekdarên DAIŞê li taxa Hîşam Ebdilmelêk û taxa Berîd bişkînin.

HSDê diyar kir jî, di encama şikandina wê êrîşê de 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku piraniya wan xwekuji bûne. Herwiha karîne 4 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê jinav bibin.

HSD amaje bi wê yekê jî kir û şer û pevçûn hîn jî li wan her du taxan berdewam e.

Duh jî HSDê û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî navçeya Mesakin Dubat (Komelgeha Efseran) li bajarê Tebqayê kontrol kiribûn.

Ta niha HSDê nêzîkî 45% ji bajarê Reqayê kontrol kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button