Break newsNûçeslide

HSD riya Seyf El-Dewle ya stratejîk li nava Reqayê kontrol kir

Yekîtî Media 5/7/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riyeke stratejîk li nava bajarê Reqayê kontrol kirin.

HSD îro ragihand ku wan karî piştî şerekî giran ku ji şeva bûrî ve berdewam dike, riya Seyf El-Dewle ya ku mizgefta Mezin bi Reqaya Kevin ve girê dide kontrol bikin.

HSD da zanîn, di wî şerî de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 4 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.

Herweha ragihandiye jî, ku li taxa Der’iye li rojavayê reqayê şerê wan û DAIŞê berdewam e û di şerê li wê taxê de jî 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û şervanekî wan jî canê xwe ji dest daye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button