Break newsNûçeslide

HSD: rêkeftinên nehînî di navbera Rûsya, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de hene

Yekîtî Media 6/7/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje rêkeftinên nehînî di navbera Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê hene ku şer li dijî wan were kirin.

Berpirsê ragihandina HSD Ebdilezîz Yûnis ji ajanseke nêzîkî opozîsyona Sûriyê re ragihand ku rêkeftinên  nehênî di navbera Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê de li dijî wan hene, herwiha plan jî hene ku êrîş li ser navçeyên wan were kirin,  lê bi her awayî ewê berisva her êrîşkê bidin.

Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li devera Şehba û Efrînê dike û ji demekê ve wan her du herêman toparan dike. Wî berpisê HSDê hêvî xwast ku civaka navdewletî ji vê yekê bêdeng nebe.

Berî niha jî Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû Rûsya û rêjîma Sûriyê rê didin Tirkiyê ku destêwerdanê û topbarankirina gundên Helebê bike, bêyî ku helwestekê diyar bikin. Ji wê jî diyar dibe ku hevahengiyek di bin masê re di navbera wan her sê welatan (Sûriye, Rûsya û Tirkiyê) de heye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button