Break newsNûçeslide

HSD ji aliyê rojhilat û rojava ve derbasî Reqayê bû

Yekîtî Media 7/6/2017

Hêza Sûriyaya Demokratîk (HSD) ji sê aliyan ve êrîşî wargehên DAIŞê li Reqayê dike û karîn çemberên berxwedayîna DAIŞê li aliyê rojhilat û rojava ve bişkînin. Herwiha di 24 demjimêrên borî de ji ragihandina pêngava nû ya rizgarkirina navenda Reqayê derbasî taxên destpêkê yên bajêr dibin.

HSD û hêzên beşdar karîn di hundir pevçûnên giran de derbasî taxên destpêkê yên rojhilatê û rojava yên bajarê Reqayê bibin, di demên ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî gelek bargehên DAIŞê di bajêr de armanc kirin.

Serleşkerên HSDê dan zanîn ku êrîşên wan li ser DAIŞê ji sê aliyan ve dest pê kir, ji bo wêrankirina hêza DAIŞê û rûxandina çemberên berxwedana wê. Herwiha tekez dikin pêşbîn e ku pêşveçûna wan ber bi hindirê bajêr ve hêdî hêdî be, ji ber metirsiya li ser jiyana sivîlên, ku DAIŞê wan wek mertalên mirovî bi kar tîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button