Break newsNûçeslide

HSD gundên rojavayê Minbicê radestî Artêşa Rêjîmê dike

Yekîtî Media 2/3/2017

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina sivîl û bajarê Minbicê ji şer û pevçûnan û rêgirtin li pêş plana Tirkiyê bo dagîrkirina xaka Sûriyê, aliyê rojavayê bajarê Minbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin.

Di daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku ew ligel Rûsyayê gihêştin rêkeftinekê ku gundên rojavayê Minbicê yên di sînorê Mertala Ferêt de ne radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin, da ku bibe hêlek di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Ferêt de.

HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 15 Tebaxa 2016an bajarê Minbicê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û kontrolkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button