Break newsNûçeslide

HSD gundê El-Kerama yê rojhilatê Reqayê kontrolkir

Yekîtî Media 26/3/2017

HSDê kontrolkirina mezintirîn gund li rojhilatê Reqayê (Gundê El-Keramê) yê ku 18 k.m ji bajarê Reqayê ve nêzîk e, ragihand.

Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova pêngava sêyemîn a operasyona kontrolkirina Reqayê de HSDê di du eniyên li rojhilatê Reqayê de pêşketinên baş bidest xistin.

Di eniya Bîr El-Heba de, HSDê karî 540 k.m kontrol bike û di nava wê de jî gundê El-Keramê ya stratejîk.

Di eniya Ebû Xeşeb de, hêzên HSDê karîn hezar û 100 k.m kontrol bikin û bi dehan gund hatin kontrolkirin û bi hezaran jî xelkên sivîl hatin rizgarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button