Break newsNûçeslide

HSD: 3 zirîpoşên artêşa Tirkiyê hatin têkşikandin

Yekîtî Media
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di şerê 24 demjimêrên bûrî de 3 zirîpoş ku yek ji wan ji cura BMB ye li Efrînê hatin têkşikandin.
HSDê îro di daxuyaniyekê de amara şerê 24 demjimêrên bûrî belav kir, tê de hat artêşa Tirkiyê carek din navenda bajarê Efrînê bi çekên giran topbaran kir. Herwiha navçeyên Cindirês, Şera, Raco û Şiyê jî hatin topbarankirin.
HSDê da zanîn li gundên Sarîncekê û Duriqliya yên navçeya Şera di şer pevçûnên li dijî artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve wesaiteke ji cura BMB bi temamî teqandin.
Herwiha li kaniya Betmanê ya Raco jî otombîleke leşkerî hat armanckirin û bi temamî hat rûxandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button