Gotar

HIN GAZIN JI E.N.K.S.ê

Luqman Yûsif

Bihtir ji 7 salandi ser şoreşa Sûrî re derbasûn. Seranserî welat agirek gur û bê daxemirandin lêpeydabû.

Wêrankirin.Hêrivandin.Şewat.Komkujî.Talankirin û h.t.d.Evê rewşê hişt bi dehên rêxistinan kar û bara xwe ji pêşerojek ne diyar re bikn û di ber de bikevin amadebaşiyê de.

Hijmarekê ji van rêxistinan berê xwe ji kêşeya sereke guhertin tenê kar û bizava wan bû şer û reşkirina rûpela Kurdan û ya cihê mixabiniyê ku ji rêxistinên serbarî kurdan di vê mijarê de bûne alîkar ji wan re û di encamê de zirarek pir mezin giha gelê Kurd û kêşeya wî.

Piştî evan bûyerên ku rûdanên neyênî û zirarên encam dan û ji ber hêvî li ser E.N.K.S.ê ji layê gelê kurd ve dihatin girêdan û wê ew hêvî bimînin girêdayî jî, lê ev nayê wateya ku gazin jê neyên kirin di riya hin pirsin rewa de:

Rast e xêrnexwazan hewildanên guhertina dêmografiya herêmên kurdî kirin û hîn jî di ermanca xwe de berdewa min,lê gelo E.N.K.S.ê di riwê wan de rawesteha û bû rêgir di rêya wan de?.

Berxwedanî li dijî koçberkirinê kir,yan hinan ji serkirdên E.N.K.S.ê berî her kesî berê xwe dane penaberiyê û berpirsyariya xwe bin pê kirin?.

Li dijî bi dûrxistina zarokên kurdan ji zanist û perwerdê rawsteha?.

Li hember sepandina bendegihên erebên xemir liv û tevger yan jî hin çalakiyên balkêş kirin?.

E.N.K.S.ê li hember pîrkirina civaka Kurdî çi çareserî ragehand?.

Ji ber gazin û pirs bi dawî na bin,tenê pirsek di dema îro de tê kirin:

Gelo    E.N.K.S.ê xwe di ber doza gelê Kurd  de dibîne berpirs?.

Heger bersiv erênî be pêwîst e ew li xwe vegere û şaşî û gunehên bihûrî berçav bike û bi şêweyek nû û cida ji yê berê dest bi kar û xebatê bike,berî ev derfeta dîrokî ji destan here.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button