Break newsNûçeslide

Hêzên Amerîkî riya ‘Reqa – Heleb’ kontrolkirin û piştevaniya operasyona kontrolkirina bendava Feratê dikin

Yekîtî Media 22/3/2017

Hêzên Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.

Li gor zanyariyan, Bi armanca kontrolkirina riya di navebera Heleb û Reqayê de, Amerîka operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.

Di operasyonê 100 leşkerên Amerîkî beşdar bûn.

Ev operasyon di demekê de ye, ku di çend rojên borî de berpirsekî pilebilind yê Amerîkî ragihandibû, Amerîka dora hezar leşkerên din dişîne Sûriyê.

Niha hejmara diyarkirî yên leşkerên Amerîkî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî ne. Herwiha bo piştîvaniya operasyona Reqayê jî hêzeke topxane ya Marens jî li nêzîkî Reqayê bicih kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button