Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hevserokê HDP Selahaddîn Demirtaş nameyek derbarê rewşa xwe ji HDP re rêkir

 Yekîtî Media

Piştî ragihandina dema Kongreya Asayî (heta dawiya meha Sibat a 2018an) ji alî Meclisa Partiyê ya HDP ve, Hevserokê Partiyê Selahattin Demirtaş nameyek derbarê rewşa xwe ji HDP re rêkir.

Di nameya xwe de Demirtaş nivîsandiye ku: “Girêdayî min rewşê zelal bikin. Di biryara xwe de jî qet dûdil nebin.”. Ligor zanyariyên ji nav HDP, daxwaz heye ku, Demirtaş carek din wekî Hevserok bimîne.

Di Destûra HDP de Hevserok dikare bo du caran bê hilbijartin, Demirtaş ev 8 salan e ango du deman e hevserokiya HDP kiriye. Ger HDP bixwaze carek din Demirtaş wekî Hevserok bimîne, dive di Destûrê de guherandin pêk were.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button