Break newsRaportslide

Hevpeymana Niştimanî û ENKSê semînarek bo bîranîna komkujiya Kobanê lidarxistin

Yekîtî Media 3/7/2016

Hevpeymana Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê roja şemê 2ê Tîrmehê semînarek li ser komkujiya Kobanê lidarxistin.

Serokê Hevpeyman Niştiman Enes Elebde welatiyên Sûrî vexwendin ku daxwaza wan avakirina dewleteke yasayî be, li ser bingeha dadmendiyê û wekheviyê û parastina mafên hemû mirov û pêkhateyan.

Herweha Elebde tekezî li ser aktîvkirina belgeya di navbera ENKSê û Hevpeymana Niştimanî de kir.

serokê ENKSê Ibrahîm Biro got, divê ev bîranîn nebe bûyereke derbasbûyî tenê, herweha Biro doz li YPG ê kir ku hûrbîniyên vê rûdanê eşkere bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button