NûçeslideUncategorized

Hevpeymana Navdewletî rêbendeke rêjîmê armanc dike

Yekiti Media

Firokên Emerîkî roja Duşemê 17-8-2020 rêbendeke rêjîma Sûrî li parêzgeha Hesekê armanc kir.

Di encama wê armanckirinê de leşkerî rêjîmê hate kuştin û didwê din birîndar ketin.

Hevpeymana Navdewletî derbar wê armanckirinê daxuyaniyek belav kir tê de hat ku rêbenda rêjîmê li devera Til Elzeheb ya bi ser bajarokê Til Birak rê neda hêzeke Emerîkî ku derbasbe û bi çekin biçûk ew armanckirin û ji ber wê yekê wan bersiva wê rêbendê da weke mafê xweparastina xweser.

Tê zanîn ku ev neçara yekê ye ku rêbendên rêjîma rê li ber hêzên Emerîkî di birin lê ev yekem care ku hêzên Emerîkî bersiva wan didin û di riya firokên ji cûreya Helîkopter wan armanc dikin.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button