Break newsNûçeslide

Hevkarî : Referandûma serxwebûna Kurdistanê, vatinîyeke neteweyî ye

Yekîtî Media 3/7/2017

Piştgirîya û beşdarbûna Festivala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 26.08.2017an de li Kolnê bikin!

Hevkarîyê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê civîneke awarte li dar xist. Di civînê de bi her awayî li ser referandûma ku ewê di 25.09.2017an de pêk were, hat rawestandin. Partîyên ku navên wan li jêr hatine nivîsandin piştgirîyeke xurt dan biryara referandûma başûrê Kurdistanê û ji vê roja pîroz daxuyanîya jêrîn belav kir:

Ev 200 sal in li welatê me tekoşîna azadîyê û dewletbûyinê didome. Cîhê kêfxweşîyê ye ku li başûrê Kurdistanê demeke dirêj e desthilatdarî di destê kurdan de ye. Ji bo sîstemeke federal gelên Kurdistanê bi fedekarîyên mezin heta vê rojê hatin. Ji neheqî û helwesta neyînî ya dewleta Iraqê, Hikumeta Kurdistanê mecbûr ma ku tercîhekê bike. Tercîha wan jî bi rêbazeke demokratîk, referandûma serxwebuna Kurdistanê ye.

Li gor peymanên Neteweyên Yekbûyî heqê her miletî heye ku bi rêya demokratîk, aştîyane li ser qedera xwe biryarê bigre. Referandûm erkeke niştimanî ye. Miletê Kurd jî êdî dixwaze di nav dewletên azad û demokratîk de cîhê xwe bigre. Ji bo wê jî divê kurdên li dîyasporayê dijîn bi rêxistin, sazîyên sivîl, partî û hikumetên welatên ku lê dijîn û Yekîtîya Ewrûpayê re têkilî deynin û behsa girîngîya projeya referandûma başûrê Kurdistanê bikin.

Em rêxistinên Kurdistanî ku li Almanyayê ne, bi vê armancê civîyan û em bangî hemû parlameterên kurd yên di nav partîyên almanan de, hemû dezgehên demokratîk û sazîyên sivîl yên kurdan dikin, bila piştgirîya kar û xebatên referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin. Panelan li dar xînin, şevan organîze bikin, bi konferansan bala raya almanan û hikumetê bikşînin ser referandûma Kurdistanê. Ji sazî û partîyên almanan daxwaz bikin ku ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê heyetên çavdêr bişînin Kurdistanê.

Di civîna Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanyayê de kar û xabatên li jêr hatin pejirandin:

Lidarxistina xwepêşandanekê li paytexta Yekitîya Ewrûpayê.

Pêkanîna hevdîtinekê bi Wezareta Derve ya Almanyayê re.

Amadekarîya panelekê li Kolnê.

Piştgirîya û beşdarbûna Festivala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 26.08.2017an de li Kolnê.

Piştgirîya û beşdarbûna şevên ji bo referandûma Kurdistanê ku Şivan Perwer tevlî wê dibe.

Kurdistanîyên hêja,

Referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bo hemû Kurdistanîyan vatinîyeke neteweyî ye.

Werin em bi hev re beşdarî panel, şev, konferans, xwepêşandanan bibin!

Werin em bi hev re ji bo qedera miletê xwe mil bidin hev!

Werin em bi hev re bi dezgehên almanan re têkilî deynin û daxwaza piştgirîya mafê dewletbûyina xwe bikin!

Roj roja yekîtî û biratîyê ye!

Bijî referandûma serxwebuna

HEVKARÎ (Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanyayê)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button