Break newsNûçeslide

HEVKARÎ daxuyaniyên Îranê li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dike

Yekîtî Media 7/7/2016

Hevwelatiyên Birêz!

Partî û rêxistinên siyasî!

Komele û rêxistinên mafê mirov û azadîxwaz!

Eva demeke, ku komara îslamî Îran a têrorîst û berpirsiyarên wê, bi hincetên cuda-cuda û li dijî hemû peymanên navneteweyî, êrîş û gefan  dibine ser hêzên berxwedanê di nav xaka hikûmeta herêma Kurdistanê de,  û bi bêşermî gefên wêrankirina vî beşî didin.

Komela Hevkariya hêzên Kurdistanî, bi hemû rengî van êrîş û gefan bi hinceta hebûna  hêzên Rojhilata Kurdistan, red û mehkûm dike.

Komara Îslamî, ji mêjve xewnan ji bo nemana ezmûna başûrê Kurdistanê dibîne, û bi hincetên cuda- cuda wê mebesta xwe diyar dike û eşkera dibêje, ku hebûna dewleteke kurdî ya serbixwe tehmûl nake; em hemû dizanin, ku ew helwêst û êrîşkirin dijî yasa û peymanên navneteweyî ne û ti mafê Îranê tuneye êrîş bike ser başûrê Kurdistanê. Em dibênin, ku ji mafê gelê kurd e, ku bi hemû rengî bergirî li mafên xwe yên rewa bike û biparêz e; û li dijî her êrîşekî raweste.

Mebest û pîlana serekî, rêgirtine li hewlên rêferandoma serbixwe ye û diyarîkirina çarenûsa gelê me li vî beşê Kurdistanê ye.

Jiber wê jî, erkê hemû kurdekî niştimanperwer e, ku dijî vê pîlana rêjîma Îslamî a îranê raweste.

HEVKARI

ya partiyên Kurdistanî li Elemaniya

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button