Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Hevdîtin Ligel Çalakvanin Kurd ji bo Piştrastkirina Prensîb û Armancên Şoreşê

Yekiti Media

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hevdîtinek li gel hejmarek ji çalakvanên kurd yên Sûriyê li Tirkiyê lidar xist, û li gel wan dumahîk pêşketinên meydanî û siyasî gotûbêj kirin.

Ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku beşek ji Hevbendiya Niştimanî ye, ev civîn hat lidarxistin ji bo xurtkirina têkilîyên dostane û nêzîkirina bîr û boçûna li ser plan û helwestên durist ji bo berjewendiyên paşerojê.

Di destpêka civînê de, Serokê Hevbendiyê Anas Abda cext li ser pêwîstiya xurtkirina têkeliyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de kir, û da zanîn ku pêwendiya di navbera aliyê Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de peywendiya hevkariyeke stratejî ye di çarçoveya yekîtiya xak û gelê Sûriyê de, û bal kişand ser ku Sûriya nabe dewleta azadî û dadmendiyê bêyî beşdarbûna hemû welatiyên xwe, û misogerkirina mafên wan.

Abda tekez kir ku rêkeftina di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, wek pêşketinek rasteqîn di nêrîna hêzên opozîsyonê û aliyên din yên civaka Sûrî de da zanîn, û xwest ku ev têkiliya stratejî berdewam be ber bi pêş de ji bo berjewendiya Sûriyê, û bal kişand ku pêşvebirina vê peywendiya baş, divê bibe destpêkek ji bo damezrandina Hevbendiyeke rasteqîn di paşeroja Sûriyê de.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Abdul Basit Abdul Latif destxweşî li pêgava hevdîtina ligel revenda sûrî li Stenbolê kir, bi taybetî ligel xelkê Cizîrê, û behsa helwestên bi rûmet yên lîderên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di rojên destpêkê yên şoreşa sûrî de da, bi taybetî şehîd Meşal Temo, û tekez kir ku Kurd parçeyekî sereke ye ji pêkhatên Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê serokê Hevbendiyê Abdul Hakim Bişar, cext li ser pirsa têgihiştina hevbeş di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de kir, û avakirina stratîjiteke rasteqîn û zelal, û bal kişand ku divê Kurdên Sûriyê bizanibin ku siyaseta wan di hundirê Sûriyê de ye, ligel birayên xwe yên Sûrî, û ne ji derveyî sînorên Sûryê be, weke milîsên “PYD” dikin, û bal kişand ku helwestên siyasî têne guhertin lê cografiya nayê guhertin.

Cîgirê serok got ku em Ereb û pêkhateyên Sûriyê yên din, em hevpar in di welat de û li baştirîn binyat digerin ji bo bihêzkirina vê hevpariyê, û diyar kir ku berjewendiya Kurdan di avakirina baştirîn peywendiyan ligel hevparên xwe yên welat de ye, û bê hevpariya ligel hemû Sûriyan bi tevayî, çûna ber bi xwekuştina siyasî de ye, ku hin alî hewla sepandina vê yekê li ser kurdan dikin, beramber vê divê em ji bo têkiliyek baştir ligel hevparên xwe li welêt bixebitin.

Bişar got dijminatiya cîranan li hundir û derve û çêkirina arîşeyan ligel Tirkiyê û Enqera ne di berjewendiya Kurdan de ye, û got ku pêwendiya ligel pêkhateyên Sûriyê û ligel Tirkiya cîran niha û paşerojê di berjewendiya berdewam ya Kurdan de ye, û tekez kir ku ” Dijmina yekem ji mafên Kurdên Sûriyê re li Şamê ye, ne li Tirkiyê ye”, herweha daxwaza berdewamkirina têkiliyên baş bi Herêma Kurdistanê re kir.

Derbarê Efrînê, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî got ku ew ” bi rêya tometbarkirina li ser malperên medya civakî nayê çareserkirin, belê bi rêya têkiliyan li gel hikûmeta Tirkiyê û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çareser dibe “, û hişyarî dan ji hewldanên hin aliyan ji bo bikaranîna van binpêkirin û tawanên li Efrînê dibin ji bo ajendeyên derve, ne ji bo rizgarkirina xelkê Efrînê.

Ji aliyê xwe ve, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Abdullah Gedo, bang ji bo karekî realîst dûr ji siyaseta romantîk û helbestvanî kir, û kar ji bo bidestxustina armancên xwepêşandanên berê yên gelê Sûriyê ji bo azadî, rûmet, edalet û demokrasiyê li welêt bibe.

Gedo bang li çalakvan û ciwanan kir ji bo xwe ji hestên kîndarî dûr bikin, ku bi tenê dikeve rajeya rejîma Esad de. Û bang li xelkê Kobanê û Qamişlo û Efrîn kir, ku bilindkirina dirûşm yan pankartan li dijî dewleteke din, ne ji wan tê xwestin û nejî di berjewendiya wan de ye, ne niha û ne di demên pêş de, û ji wan xwest ku nedin pey sloganên tobawî û kar bi riya realîzma siyasî bikin, û pirsgirêka wan û ya gelê Sûrîyê bi giştî li Sûriyê çareser dibe, ne li ti cihekî din.

 

Jêder  Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button